Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de
wiH Pressekonferenz

Li ser xwe bi xwe

Rengarengiya Hannover li ser malperekê

di 30.05.2018 de di konfêranseke çapemeniyê de li pirtûkxaneya îranî ya Kargah e.V. vekirina resmî ya malpera me bi awayê xwe yê nû û bi plana çandî ya bajêr lidarket

  Laura Heda | 31.05.2018

Dergehê intêrnêtî yê cîhanî û livirî welt in Hannover awayê xwe yê nû pêşkêş dike

Welt in Hannover dikeke bo agahiyan li ser jiyana navçandî li Hannover, ew wergerandî ye gelleke zimanan û tê de nêzîkî 30 kes bi paşgehine çandî cudacuda kardikin.

şêwirmenda bajar Konstanze Beckedorf
şêwirmenda bajar Konstanze Beckedorf

"Em warekî bo afirînê û beşbiriyê dixwazin pêkbînin, ewê rengaregiya bajarê me û civaka wî ya curbicur nîgarbike û pêşvebibe." Wilo dibêje Ferdos Mirabadi, û ew hemahengevana kargahe, ev hevbenda navçandî, ya ko bi navenda çandî Faust re sala 2014 ev malper damezirand.

30.05.2018 awayê nû yê malperê hate cejingirtin bi şêwirmenda bajar Konstanze Beckedorf û destgeha cudacuda ya vê malperê re li odeyên kargah. Tiştê nû di malperê de, ewe lêkirina malperê ya teze û plana çandî ya bajar ya bi pirr zimanan ya digîtal. Mûzexane, navendên kultûrî û pirtûkxaneyên Hannover têne li ber dest danîn bi awayekî zalal bi 14 zimanan. Bi hev re 50 ji navendên çandî xwedî hazirbûnin.

Hansi und Feri
Ferdos Mirabadi û Hans-Michael Krüger
Hansi und Feri
Ferdos Mirabadi û Hans-Michael Krüger

Ev fikra han bi hevahiya beşê pispor yê çandê yê bajarê Hannoverê hatiyê pêşbirin, bo ko koçber bên balkêşkirin bo navêndên çandî yên ji kevin de li vî bajarî hene û bo civaka bajêr bê vekirin li ber çalakiyên navçandî. "Aramanc ewe, avakirina piran dinavbera mirovên cudacuda û navendên çandî de yên Hannoverê û wisa bo beşdariyeke bê pêşkêşkirin bo hevjiyanê li vî bajarî." wisa şîrovedike Michael Krüger, ko ew berpirsiyarê navenda çandî Faust e, xwestekeke vê malperê. " Em dê ji xwe re hêvîbikin, ko hîn zêdetir ji rêxistinên çandî ji xwe re vê pêşkêşê bikarbînin û xwe li ser malpera welt in Hannover bidin naskirin."

Team WiH Pressekonferenz
Destgeh û piştgirên Welt-in-Hannover.de
Team WiH Pressekonferenz
Destgeh û piştgirên Welt-in-Hannover.de

Ev çar salin, ko ev malpera cîhanî-livirî heye, ko hate lêkirin ji aliyê gellekan ji rûmetkarkeran û hevkarkerên kargah û Faust bi gellekî ji hezkirina kar re. Timmî xwestek hebû, ko mijarên navçandî yên Hannover, ji wan re wareke bê afirîn û mirov li ser wan têkevin hevpeyvînê. Wisa di vê malperê de roznameyeke ya çalakiyan ya bi gelleke zimanan heye, wisa jî beşeke yê rojnamevaniyê, yê xwedî gotare li ser mijarên siyasî û çandî yên anihayî. Wilo jî di vê malperê de agahî hene li ser pêşkêşên hînbûnê û şêwrê bo hemi mirovên cîhanê. Û nemaze bo penaberan û koçberan ev malper birêveçûneke destpêkerane bi zimanên wan pêşkêşdike û derfetekê, bo ew têkevin têkiliyan bi xelkên Hannoverê re.

Abdulrahman Afif ji destpêkê de bi vê malperê re ye. Ew di destgeha nivîskar de ye û wergervane bo malpera welt in Hannover û gotaran û helbestan bi Erebî dinivîse, û ew bi xwe wan werdigerîne Elmanî. "Tiştê herî balkêş di vê malperê de ewe, pirrzimaniya wê. Wisa ew derfetê dide penaberan, ko ew bi xwe bipeyivin û xwe derbibirin û mijrarên xwe deyinin ber tevahiya civakê", ew wisa dibêje. Jê re giringe, ko ew têkeve hevkariyê de bo wargeheke bo bihevguherîna nerînên cudacuda bê lêkirin.

wih-relaunch-__12_.jpg wih-relaunch-__12_.jpg wih-relaunch-__12_.jpg wih-relaunch-__12_.jpg wih-relaunch-__12_.jpg

Welt-in-Hannover.de bedankt sich herzlich für die tolle Unterstützung bei den vielen ehrenamtlichen Helferinnen und Helfern, sowie zahlreichen Organisationen und hofft auf weitere gute Zusammenarbeit.

Schirmherrin des Projekts Welt-in-Hannover.de ist Frau Doris Schröder-Köpf, Landesbeauftragte für Migration und Teilhabe.

kargah e. V. - Verein für interkulturelle Kommunikation, Migrations- und Flüchtlingsarbeit    Kulturzentrum Faust e. V.    Landeshauptstadt Hannover