Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de
Begegnungscafe1

Serdaneke li qehwexaneya hevdî

Behskirina welatê xwe

Bo vê qehweya hevdîtinê her heftî xelk tên ji gelleke beşên erdê ba hev û hev nasdikin. Aniha serdaner di gotarine kin de tiştekî ji welatê xwe pêşkêş dikin.

  Konrad Boidol | 28.03.2018

Serdanerên qehweya hevdîtinê ya Cafe F ya navenda rûmetkaran ji xwe re awirine jêrane li ser jiyana li Vîtnamê bidestxistin. Tevî ko Karnaval lidarketibû di Rosenmontag de ya çûyî nêzîkî 20 ji mêvanan ji çandine cudacuda hatine vê qehwê. Xwendevan Mihn Chau rabû bi rêya gotareke hûrehûr çanda Vîtnamê pêşkêş kir. Ahmedê 23 salî vegot bi rêya vîdeoke Youtube li ser parkên netewî û cîhana heywanan li Sûdanê.

Nemaze xweş bû bo serdaneran şîrovekirinên Mihn Chaus li ser hatûçûna Vîtnamê bû: "Ew tevliheviyeke bi xwe ye", wê vegot- û wê wênene yên mîtoran nîşan da, yên dikevin cadekê ya yekalî ji aliyê şaş ve ya jî wextê ew li ser çementoya cadê xurt dirin. Bi rêya modê, lidarxistinên wextê vala yê xortan an jî adetên xwarinê ev keça 18 salî rabû û cudahiyên di navbera Elmaniya û Vîtnamê de anîn ber çavan.

Begegnungscafe2
Minh Chau welatê xwe Vîtnamê nîşan dide.
Begegnungscafe2
Minh Chau welatê xwe Vîtnamê nîşan dide.

Naskirina balkêş ya kesine nû

Her heftî mirov hevdibînin, ev mirovên ji gelleke herêmên dinyayê li qehweya hevdîtinê- Gelleke ji wan penaberin, ewên li wir dikevin hevnasiyê de bi kesên ji vir re. Lêbelê ev hevdîtin ne ji wan tenê re warekî dide bo bihevguherînê: Wisa jî kesên xort, yên bo xwendinê têne Elmanya, serdidin vê qehweyê. Ev pêşkêş baş cihê xwe dibîne:" Ez vir gellekî xweş dibînim, her heftî ez kesine nû dibînim û çandine nû nasdikim", Şakir ji Iraqê dibêje. Ew dixwaze bi rêya hevpeyivîna bi hev re zimanê xwe yê Elmanî baş bike. Weke wisa jî, Margot dipeyive, ewa ko ji zûve pirr ji zimanan û çandan hezdike:" Min dixwest ez tiştekî baş û bi wate bi wexta xwe ya heye destpêbikim", ew dibêje. Li qehweyê wê "ta niha kesên balkêş û cirxweş naskirine."

Bernameyeke nerim

Ev bername tê avakirin bi karê bi serdaneran re:" Em dipirsin, ka ew çi balkêş dibînin û em li gor wisa kardikin", Tornike Murtskhvaladze dibêje. Ew birêvebirê projeyê intêgrasyonê ye "Mirov mirovan bi hev girêdidin" û kar bi rê ve dibe bi vî awayî. Ew tê piştgirtin ji aliyê praktîkant Khang To. Ev bername pirrawe ye: Kesên hezbikin, radibin û welatê xwe nîşan didin. Gotar bi Elmanî têne gotin. Lêbelê lîskine biçûk ya hevpeyivînên koman li ser mijarên weke ûrfûadet, kar ya jî hînbûn têne pêşkêşkirin.

Begegnungscafe3
Nêzîkî 20 kesan bi balkêşî guhdarî dikin.
Begegnungscafe3
Nêzîkî 20 kesan bi balkêşî guhdarî dikin.

Herifandina pêşhukman

"Armanc ewe, ko kesên ji vir û koçber hevbibînin, serpêhatiyan bi hev biguherin û pêşhukman biherifînin", wisa şîrove dike rêberê vî rojeyê Murtskhvaladze. Di ser vî projeyî "Mirov mirovan bi hev ve girê didin" re ev qehwe wisa ciheke, ko şirîkên Tandem têne avakirin ji penaberan û hemwelatiyan. Armanca van şirîktiyan û lêxwedîderketinê: Ev kesên nû koçberbûne piştgiriyê bidestdixin ji xelkên Hannoverê bo karên rojane, bo ew bikaribin rêya xwe çêtir peydabikin di vî welatê, ko hatinêyê. Û rasterast bo rûmetkaran, ewên hîn ne sed di sedî de zanin, bê ka ew dixwazin di vî warî de bixebitin, ev qehwe deriyekî asan bo wan vedike.

Herkes vexwendî ye

Herkesê hezbike, ji dil, vexwendî vê qehwa hevdîtinê ye-herdem dişemê seet 17 ta 19 li Cafe F ya navenda rûmetkaran(Karmarschstraße 30 bis 32, Gebäude der Üstra, zweiter Stock). Û kesên ko ji wan re balkêş be, ko piştgiriyê bikin, dikarin xwe li ba " Mirov mirovan bi hev ve girêdidin" têkelbikin.

Welt-in-Hannover.de bedankt sich herzlich für die tolle Unterstützung bei den vielen ehrenamtlichen Helferinnen und Helfern, sowie zahlreichen Organisationen und hofft auf weitere gute Zusammenarbeit.

Schirmherrin des Projekts Welt-in-Hannover.de ist Frau Doris Schröder-Köpf, Landesbeauftragte für Migration und Teilhabe.

kargah e. V. - Verein für interkulturelle Kommunikation, Migrations- und Flüchtlingsarbeit    Kulturzentrum Faust e. V.    Landeshauptstadt Hannover