Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de Welt-in-Hannover.de
LindenLegendz1

Bingehine bo kesên afrîner

Perçeyê ko efsane jê ne

Hevbenda”Linden Legendz” dixwaze hunermendên hemi coreyan vetorebike. Di malekê de ya “xaniyê afirînê” de hemi karîbûn têne baqkirin

  Konrad Boidol | 14.03.2018

Xaniyeke têde hêza afirîner xwe baqdike: Li Nieschlagstraße 1A hevbenda „Linden Legendz“ ji xwe re bingeheke dîtiye, ew jî aniha gav bi gav dibe navenda çandê û afirînê. Ji vê hevbendê re giringe, ko bingehan bo hunermendan ji hemi rengan avabike û li ber destan deyne: Hevkarî û bi hev re guhertina serpêhatiyan, mezin têne nivîsandin.

Ji sala 2014 ve ev kom weke hevbend hatiye lidarxistin. Û „Linden Legendz“ sala 2012 destpêkiriye: Li Küchengarten wan çalakî lidarxistine her roja îna ewwil di mehê de. Di ortê de ji destpêkê ve de mûzîk hebû, lêbelê wisa jî reqs, resim, fotografî û pêşkêşên bo zarokan.” Mekînake ya çapkirin T-Shirtan li ba me hebû, û me ji xelkê re got, ew dikarin cilên xwe bi xwe re bînin, û me Linden Legendz li ser wan nivîsî”, Taha tîne bîra xwe, ew îro perpirsiyrê cîgire yê vê hevbendê. Armanc wê çaxê ev bû: Hevtorekirina/girêdana ruhê afirîner. “Me ev pirsgirêk dît, ko bi rastî gelleke ji karîbûnê hebû, lê belê ti xalên hevgirêdanê tinnbûn” Berpirsiyar Sam dibêje. Bingehên, ko di wan de hunermendine bi xwe hatibûn piştgirtin,hebûn, ew tenê sînorkirîbûn bo cinsekê tenê ji mûzîkê ya jî li ber hineke ji koman tenê vekirî bûn- Wek mînak bo xwendevanan. Li ba „Linden Legendz“ berîvajî wisa hemi kes bixêrhatî ne, ne giringe ew çi mûzîkê çêdikin û dibihîzin, çi rewşa wane ya jî ew ji çi kultûrî ne.

LindenLegendz2
LindenLegendz2

Lihevcivîn
Tevgera rengareng li Küchengarten, gulleya destpêkê ya vê çalakiyê, divabû bê sekinandin jiber gazinên rûniştiyan. “Me tiştekî pîs û xerab nekiribû, lêbelê mixabin timmî xelkine hene, ewên gazinan dikin”, Sam dibêje. “Lihevcivîn” lê, ewên ji çalakiyên li Küchengarten hatine çêkirin, berdewamkirin. Ewan cihê xwe guhertin û hatin clûbên taxên bajêr: Weke Glocksee ya jî Faust. Ta îro roj ew tên rêkûpêkkirin. Her roja îna ewwil di mehê de textê şano vekiriyê bo lidarxistinên afirîner: “Newcomer, ewên ticarî nehatine ser textê pêşkêşê, li ba wan derfet heye, ko ew xwe lipêşberî xelkên hazir azmûn biklin” Taha dibêje. Her wisa jî hunermendên pispor dikarin tiştekî nîşan bidin an jî livine ko ew hezbikin lidarbixin, ên minasibî cihin. Di xala ortê de herdem azadî disekine: “ Mirov dikare êvarê biguhere û li ser biriyarê bide, dikare biqevize ser dikê û tiştekî bibêje- Xelk li ba me guhên wan yên vekirî hene û cav bo van karan”, Sam şîrovedike.
Alavên lazim tên tamînkirin ji aliyên kesên prîvat bi kêfa xwe: “ Her mûzîkvan dizane, bê ka mûzîkvanekî din çiqasî ji alavê xwe hezdike- wextê kesên din hurmeta vî tiştî bigirin, bilind binirxînin û baş bidin û bistînin bi van alavan re, wêçaxê ev kesên ko alavan tamîn dikin û liber destan datînin dê carake dî jî vî karî bikin”, Sam dibêje. Wisa ew dê ne tenê alavên xwe, lêbelê jî “hezkirin û meyla”xwe bi xelkên din ra parbikin.

Ciheke bo azadfikran
Di sala çûyî de gaveke din berpêşve çêbûbû: „Linden Legendz“ avahiya li Nieschlagstraße kirêkiribû.” Ev xanî timmî li ber destane, ew bingehe”, Sam şîrovedike pêşveçûn bi wisa çêbûbû. Ne tenê carekê di mehê de hunermend dikarin bicivin, lêbelê ligor xwestinê, timmî. Ev xanî di seetan tevan de vekirî ye, 250 ji metrên çarqorzî li ber destane. Tenê divê pêşî em bên agahdarkirin, jiber pênc komên esasî hene, ewên hatine avakirin li gor xalên giring weke mûzîk, reqs ya huner. Paln bo vî xaniyî pirr berfirehin: Li qata ewwil stûdioya deng tê avakirin. Kargeheke ya afirîne plankirî ye li odeya ko pêve ye. Di ber karê şîrêzkirinê de çapkirina T-Shirt- û 3D divê bêne mumkinkirin. Di qata ewwil de reqs tê kirin û werzeş heye- Yoga û Capoeira tenê du pêşkêşin li ba „Linden Legendz“. Bo sêmînaran û workshopan cih jî heye. Li jêrzemîna mezin dê di pêşerojê de odeyeke bo temrînkirinê bê çêkirin-Tiştên nelazim ko li wir bûn hatine derxistin bi rêya çalakiyeke hevbeş.
Jibo endamên vê hevbendê nemze muhime, ko bi rêya lihevcivînê li vê malê bê fêdekirin ji karîbûnên endaman. “ Wextê mirov fikreke wî hebe bo projeyekî, û nizanibe, ka mirov çawa wî pêkbîne, dê li vir, li vê malê hineke hebin, ko karibin alîkariyê bikin di vî warî de”, Berpirsyar wisa şîrove dike. Wiha divê tevahiyeke ji zanebûnê bê çêkirin, ko hemi- bi hev re û ne dijî hev- têde hevkar bin.

LindenLegendz3
LindenLegendz3

Bihevre berbi jor ve
Di chekî navend de jî teraşiyeke mezin ya logoya hevbendê heye. Ev logo vê fîlozofiyê ji mirov re mirêk dike: Nemra heyşt, ya ko ew simbola sermediyê ye, û ew di du destan de bidawî dibe. Tiliya nîşandanê û ya mezin “L”ya dubar çêdikin ango bo „Linden Legendz“. Û ew herdu berbi ezman de diçin: “Ev tê wê wateyê, bi dirêjahiya, ko em bi hev re karbikin, dê rêya me timmî here bi aliyê jor ve” Sam dibêje, ewê ko ev logo pêşvebiriyê. Hertişt dikare bigihê “rewşa efsanî”, wextê” gelleke ji mirovan piffî perdeya ba ya qeyikî bikin.”
Di ser “lihevcivînên” Linden Legendz re hemi kesên hezbikin vexwendî ne, ko hazirbibn, wek bo rûniştinên hevbendê her çarşemê ji seet 17 ve. Sozên nû û proje dikarin li ser malpera facevbook bên li wan nerîn.

Welt-in-Hannover.de bedankt sich herzlich für die tolle Unterstützung bei den vielen ehrenamtlichen Helferinnen und Helfern, sowie zahlreichen Organisationen und hofft auf weitere gute Zusammenarbeit.

Schirmherrin des Projekts Welt-in-Hannover.de ist Frau Doris Schröder-Köpf, Landesbeauftragte für Migration und Teilhabe.

kargah e. V. - Verein für interkulturelle Kommunikation, Migrations- und Flüchtlingsarbeit    Kulturzentrum Faust e. V.    Landeshauptstadt Hannover